Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Şerê Navbera DAÎŞ û Hêzên Rejîmê de Dehan Kuştî Hene


Mîlîtanên Dewleta Îslamî ya Îraq û Şam (DAÎŞ) îro Pêncşemê êrîş birin ser bingeheke leşkerî ya artêşa Sûrî li bakurê welêt.

Hate ragihandin ku di êrîşê de, ji her du alîyan, bi dehan kes hatine kuştin û gelek kesên din jî birîndar bûn.

Ew êrîş di demeke de hat ku çekdarên DAÎŞ hefteya çûyî devereke neftê li Hums xistibûn bin kontrola xwe.

Hêjayî gotinê ye ku pirtir jî 200 kes di encama wê êrîşê de kuştibûn.

Çekdarên DAÎŞ di çend hefteyên borî de, li ser sînora Îraq û Sûrîyê gelek deverên nû xistibûn bun kontrola xwe.

DAÎŞ her wiha herêma Derêzor ya ser tixubê Îraqê jî kontrol dike ku bi petrolê zengîn e.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan got, êrîş bi du bombeyên otomobîlî yên xwekujî destpê kir û hêzên rejîma Esed jî bi helîkopteran êrîşî çekdarên DAÎŞ li Raqqa kir.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan dîyar kir ku 35 endamên DAÎŞ û bi dehan hêzên rejîmê hatine kuştin.

Çavdêrî ragihand ku 6 leşkerên rejîma Surî hatine serjê kirin.

XS
SM
MD
LG