Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Têkçûnên Dawî, DAIŞ Dixwaze Xortên Nû Tevlî Xwe Bike


Rêxistina tundrê DAIŞ, ku li rojhilata Sûrîyê li hember hêzên rejîmê têk diçe, hewil dide ku xortan tevlî xwe bike.

DAIŞ’ê, li Dêrezor ya li ber sînorê Îraqê belavokek belav kir û tê de bang li mêrên ku temenê wan di navbera 20-30’an de kir ku herin, serî li navendên seferberîya şer bidin.

Rêxistina tundrê, dijî kesên ku dê tevlî hêzên wan nebin, gefan dixwe. Di belavokê de hatiye nivîsîn ku kesên tevlî cengê nebin, dê werin darizandin û ceza kirin.

Banga DAIŞ ya ku di sala 2014’an de xîlafet ragihandibû, li dû têkçûnên li Îraq û Sûrîyê hat.

Hêzên rejîmê, piştî Humsê ber bi Dêrezorê pêşde diçin. Ji alîyê din ve Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ya bi piştgirîya Amerîka jî li hindurê Reqa pêşdeçûna xwe didomîne.

XS
SM
MD
LG