Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dewleta Îslamî Berpirsîya Êrîşa li Îranê Girt Ser Xwe


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Dewleta Îslamî berpirsîya êrîşa li Şîrazê girtiye ser xwe.

Reutersê da zanîn ku Dewleta Îslamî berpirsîya ser êrîşê ji kanala xwe ya Telegramê ragihandiye.

Do Çarşemê li Şîrazê li tirba Şax Çerax ya Şîayan êrîş li dar ket.

Medya Îranê dide zanîn ku tekfîrîyekî êrîş li dar xistiye û di encama êrîşê de 13 kes hatine kuştin.

Tekfîrî gotine wisa ye ku piranî ji hêla Şîayên Îranê bo çekdarên Sunî û tundrê tê gotin.

Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî dîyar kir ku ewê bersîva vê êrîşê bidin.

Reîsî da zanîn ku dijminên Îranê nekarîne wan parçe bikin û hewil didin bi teror û şîdetê tol hildin.

Wî dîyar kir ku ewê hêzên wan dersekê bidin kesên hazirîya terorê dikin.

XS
SM
MD
LG