Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îspanya Biryara Hilbijartinên Dubare Dide, Krîza Sîyasî Berdewan E


Parlemana Îspanî

Qralê Îspanî Felipe biryara hilweşandina parlemanê îmza kir û rê li ber hilbijartinên nû vekir ku di 26’ê Hezîranê de bêne kirin.

Qral ew biryar îro Sêşemê di hevdîtina xw eya ligel serokê parlemanê Patxi Lopez da, piştî ku parlemana niha nekarî heta muhleta heyîa nku heta 2’yê Gulanê nekarî hikûmeteke nû pêk bîne.

Piştî ku Îspanya di sala 1975’an de bû demokrasî, cara yekê ye ku hilbijartinên dubarê wê were kirin.

Îspanya ji dawîya sala borî vir ve di nav asebûneke sîyasî de ye, piştî ku hilbjartninan rê neda ti partîyan ku bi têna xwe hikûmetekê pêk bîne.

Rêberên sîyasî gelek hewil dan ku hikûmeteke koalîsyonê damezrînin, lê ew bizav jî serketî nebûn.

Çavdêrên sîyasî di xemê de ne ku hilbijartinên nû jî encamên cuda dernexin û kêşeya heyî berdewam bike. Hin kes jî geşbîn in ku vê carê wê sîyasetvan bikarin ku cudabîrîyên xwe deynin alîyekî û hikûmeteke nû ava bikin.

XS
SM
MD
LG