Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadegeha Bilind ya Îspanî Daxwaza Kataloniya ya Cûdabûnê Asteng Dike


Herêma Kataloniya li welatê Îspaniya
Herêma Kataloniya li welatê Îspaniya

Ji Madrîd hat ragihandin ku, dadgeha bilind ya Îspanî roja duşemê, hewildanên tevgera cudawxwaz ya partiyên alîgirên cudakirina herêma Kataloniya ji Îspaniya asteng dike û ev daxwaz paşxist.

Dadghea destûrî ya Îspaniya biryara parlamenê Kataloniya paşxist ya ku heftiya borî hatbû biryardan û nexşeriyek hatbû darêtin ku kataloniya heta sala 2017an Serxwebûna xwe ji welatê Dayîk Îspaniya ragihîne

Sala par li Herêma Kataloniya deng liser referandoma Cûdabûnê hatbû encamdan, pirnaiya beşdaran dengê erê jibo cudabûnê bikar anî bûn, lê dadgeha destûra bingehîn dabû zanîn ku, biryar ne yasayî ye û dadgeh dê daxwazên partiyên cudaxwaz ne pejirîne.

Barşêlona paytexta herêma Kataloniya ye, herêmeke zengîne û nêzîkî 5/1 aburiya Îspaniya pêktîne.

XS
SM
MD
LG