Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îspanya Kupaya Cîhanî ya Futbolê Qezenc Kir


Îspanya care yekê Kupaya Cîhanî qezenc kir, piştî serkeftina xwe ya hember Hollanda, li Johannesburga Efrîqaya Başûr.

Gola Îspanya, di deqîqa 116 ya dema zêdekirî de, ji alîyê Andros Iniesta hate tomar kirin.

Ev cara yekê ye ku tîmeke Ewrupî Kupaya Cîhanî ya li derveyî parzemîna Ewrupa qezenc kir û Hollanda jî bo cara sêyê di lîstina dawî ya Kupaya Cîhanî de têk çû. Her du tîmên Îspanya û Hollanda bizave dikirin, bo cara yekê Kupaya Cîhanî wergirin.

Piştî dawî bûna lîstina fînalê, alîgirên Îspanî bi şahî û govendan serkeftina xwe ya dîrokî pîroz kirin.

Di maça finale de 13 kartên zer derketin û lîstikvanê Hollandî John Heitinga, di deqîqa 109 de, piştî dîtina duyemîn kara zer, ji lîstikê hate der kirin.

Futbolîstê Uruguayî Diego Forlan, ku 5 gol tomar kirîbûn, jî Goga Zêrîn ya Kupaya Kupaya Cîhanî ya 2010ê qezenc kir.

Stêrkê Alman Thomas Mueller jî 2 xelatên herî bilind wergirtin. Bi 5 gol û 3 asîstên xwe ku pirtirîn tomarkerê golên Kupaya Cîhanî bû, Mueller xelata Sola Zêrîn destve anî. Êrîşvanê 20 salî, her wiha wekî Zîrektirîn Futbolîstê Xort jî hate bijartin.

Dergevanê Îspanî Ikar Casillas, ku di fînala Kupaya Cîhanî de pir sekeftî bû, xelata Lepikên Zêrîn qezenc kir.

Di merasîma girtina Kuaya Cîhanî ya 2010’ê de, Serokê berê yê Efrîqaya Başûr Nelson Mandela jî, bo demek kurt xwanê bû û mêvan û alîgiran silav kir.

XS
SM
MD
LG