Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îspanya Dê di Meha Mijdarê de Hilbijartina Pêşwext li Dar Xe


Îspanya dê di 10’ê Mijdarê de hilbijartina giştî ya pêşwext li dar xe.

Serokwezîrê Pedro Sanchez dîyar kir ku wî di hevdîtinan de piştgirî nestandiye û da zanîn ku ewê hilbijartina pêşwext li dar xin.

‘’Di parlamanê de piranîyeke ku dikare dengên bawerîyê bistînê tune. Jiber vê dê di 10’ê Mijdarê de hilbijartin li dar keve’’ Sanchez got.

Li Îspanya herî dawî di 28’ê Mijdarê de hilbijartin li dar ketibû.

Sanchez, piştî serketina di hilbijartinê de du caran hikûmet ava kiribû lê parlamanê her du caran jî dengê bawerîyê nedabû wan hikûmetan.

Anketên dawî nîşan didin ku di hilbijartina Mijdarê de jî ti partî nikarin piranîyê bi dest xin.

XS
SM
MD
LG