Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îspanya Dema Karantînê Dadixe 7 Rojan


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Îspanya karantîna bo kesên bi vîrusa korona ketine ji 10 rojan daxistiye 7’an.

Reutersê dîyar kir ku Wezîra Saxlemî ya Îspanya Carolina Darias û berpirsên herêmî bi yekdengî biryara kêmkirina rojên karantînê dane ku welatên wek Amerîka û Brîtanya jî wisa tevgerîbûn.

Hin pêketîyên vîrusa korona asemptomatîk in û jiber demên dirêj yên karantînê kêmasîya karmendan çêdibe û ew jî dike ku kar bi derengî bimeşin.

Wezareta Saxlemî ya Îspanya karantîna mecbûrî ya bo kesên bi pêketîyan re temas kirine jî daxist 7 rojan.

Darias dîyar kir ku ewê destûra bo beşdabûna li çalakîyên sporê sînordar bikin.

Rêjeya pêketinan ya bo 14 rojan li Îspanya roja Çarşemê bo 100,000 kesî rabû 1,360’î ku ew li Îspanya rekoreke nû ye.

XS
SM
MD
LG