Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Senatoya Îspanya bo Kêmkirina Desthilata Katalonya Kom Dibe


Senatoya Îspanya dê îro Înê bo biryara sînordarkirina desthilata Rêvebirîya Herêma Xweser ya Katalonya kom bibe.

Hikûmeta Îspanya, dê xala 155’an ya qanûna bingehîn derxîne dengdanê.

Xala 155’an, rê dide hikûmeta neteweyî ku di rewşeke bi kêşe de dest deyne ser rêvebirîyên xweser.

Di rojeva senatoya Îspanya de, jikardûrxistina Serokê Herêma Xweser ya Katalonya Carles Puigdemont, hilbijartina pêşwext ya li herêmê û destdanîna ser butçeya Katalonya, hêza ewlekarî û medya giştî heye.

Îspanya, hîn ti car serî li xala 155'an nedaye.

Serokwezîrê Îspanya Mariano Rajoy dîyar kiribû ku divê desthilata rêvebirîya Katalonya were sînordar kirin û gotibû ku ‘’wekî din ti rê neman’’

XS
SM
MD
LG