Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îspanya Dê Tedbîrên Dijî Vîrusa Korona di Meha Gulanê de Sist Bike


Pedro Sanchez
Pedro Sanchez

Serokwezîrê Îspanya Pedro Sanchez ser sînordarkirinên derketina derve planeke bi çar qonax eşkere kir.

Pedro Sanchez da zanîn ku ew dixwazin ku heta dawîya Hezîranê vegerin ‘’jîyana normal ya bi şertên nû.’’

Sanchez dîyar kir ku her herêmeke Îspanya dê li gor rêjeya belavbûna vîrusa korona tedbîran sist bike.

Berê çar giravên Îspanya dê di 4’ê Gulanê de tedbîran sist bikin û herêmên din yên Îspanya jî dê ji 11’ê Gulanê pê ve dest bi sistkirina tedbîran bikin.

Dikanên biçûk û otel dê ji 11’ê Gulanê pê ve vebin û lê tedbîrên ser mesafeya civakî dê bidomin.

Restoran dê ji 15’ê Gulanê pê ve bin lê dê karibin 30 ji sedê kapasîteya xwe bixebitînin.

Şano û sînema dê di dawîya Gulanê de vebin.

Hikûmeta Îspanya di 14’ê Adarê de qedexeya derketina derve ragihandibû û zarok bo 6 hefteyan ji hindur derneketibûn.

Roja Yekşemê bo zarokên temenên wan ji 14 biçûtir rojê saetek destûra derketina derve hatibû dayîn.

Vîrusa korona li Îspanya heta niha 24,000 kes kuştine.

XS
SM
MD
LG