Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îspanya Dê di Meha Nîsanê de Hilbijartina Pêşwext Pêk Bîne


Xwepêşandanên dijî Sanchez (Arşîv)
Xwepêşandanên dijî Sanchez (Arşîv)

Serokwezîrê Îspanya Pedro Sanchez dîyar kir ku dê di 28’ê Nîsanê de hilbijartina pêşwext li dar keve.

Budçeya ku Rêberê Partîya Sosyalîst Sanchez hazir kiribû, ji alîyê paralamantoyê ve hatibû red kirin.

Di dendganê de parlamanterên Katalan yên serxwebûnê dixwazin piştgirîya bo hikûmetê vekişandibûn û wê vekişînê di encama dengdanê de roleke girîng lîstibû.

Îspanya, li Ewrupa, piştî Almanya, Fransa û Îtalya ekonomîya herî mezin ya çaran e.

Bi hilbijartina meha Nîsanê re, Îspanya dê di pênc salan da cara sêyan here ser sindoqan.

XS
SM
MD
LG