Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Îspanya Pedro Sanchez Nikare Hikûmetê Ava Bike


Serokê Îspanya Pedro Sanchez bo avakirina hikûmetê di gera duyê de jî dengên pêwîst nestand.

Di dengdanê de 124 parlamanteran piştgirî dan hikûmeta Sanchez û 155 parlamanterên din jî ew red kirin.

Xêncî 123 parlamanterên Partîya Karker û Sosyalîstan (PSOE) tenê parlamanterekî piştgirî da hikûmeta Sanchez.

Lîberal, konservatîf û populîstên rastgir piştgirî nedan hikûmeta Sanchez.

Sanhez di hilbijartina parlamanto ya 28’ê Nîsanê de cara duduyan bo serokwezîrîyê hatibû hilbijartin.

Serokwezîrê Îspanya divê heta 23’ê Îlonê hikûmetê ava bike. Ger Sanchez heta wê demê hikûmetê ava neke, dibe ku Îspanya di 10’ê Mijdarê de careke din here ser sindoqan.

Bi wî awayî li Îspanya dê di çar salên dawî de çar caran hilbijartin li dar keve.

XS
SM
MD
LG