Artêşa Îsraîlê îro Sêşemê ragihand ku 24 saetên dawî di pevçûnên giran yên Gaza de 24 leşkerên wê hatine kuştin.
Ev hejmar ji destpêka şer vir ve jibo Îsraîlê hejmara herî bilind ya leşkerên kuştî ye.
Îsraîlê hefteya borî jibo bidestxistina Xan Yunus, ku wek navenda serekî ya Hamasê tê dîtin, dest bi êrîşeke berfireh kir.
Berdevkê artêşa Îsraîlê Daniel Hagari dîyar kir ku bi bombeyeke destan ya muşekî ya li tankekê ketiye 21 leşkeran canên xwe ji dest dane.
Hagair got ku di heman demê de, avahîyeke du qatî jî bi peqîna peqînkaran bi ser leşkerên Îsraîlî de hilweşî.
Wî dîyar kir ku ew hîn ser hûrgilî û sedemên peqînê lêkolînan dikin.
Serokê Îsraîlê Isaac Herzog dîyar kir ku jibo wan rojeke dijwar e.
Herzog tevî êşa giran jî ew xurt in û ew bawer dikin ku ewê bi ser kevin.
Karbidestên saxlemîyê yên li Gaza dibêjin ji 7’ê Cotmehê vir ve di êrîşên Îsraîlê de pirtir ji 25,000 kes hatine kuştin.
Jêder: Reuters