Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Dibêje Hêzên Wê li Gaza Termên Sê Dîlên Din Dîtine


Berdevikê Artêşa Îsraîlê Daniel Hagari îro Înê ragihand ku hêzên Îsraîlê do Pêncşemê bi şev li Gaza termên 3 rehîneyan derxistine.

Hagari dîyar kir ku ew 3 kes 7’ê Cotmehê dema ji Festîvala Muzîkê ya Nova direvîne ji alîyê Hamasê ve hatine kuştin û çekdarên wê ew term bi xwe re birine.

Wî dîyar kir ku ew 3 kes Shani Louk, Amit Buskila û Yitzhak Gelernter in, lê eşkere nekir ku termên wan li ku hatine dîtin.

Hikûmeta Îsraîlê dawîya Cotmehê re piştrast kiribû ku Louk yê Alman-Îsraîlî hatiye kuştin.

Wê demê vîdyoyeke li ser medyaya civakî nîşan dida ku termê nîv-rût yê Louk li paş kamyonetekê hatiye darda kirin û li Gaza tê gerandin.

Keça Gelernter, Yarden Pivko ji Kanal 12 re got ku ew heta îro Înê jî ser rewşa bavê wê di tarîyê de bûne, lê ew jibo encameke baş hêvîdar bûne.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro Înê pesna operasyona leşkerî da soz da ku ew hemî rehîneyên kuştî û sax vegerîne malên wan.

Baskê çekdar yê Hamasê ragihand ku ser daxuyanîyên Îsraîlê guman hene û dîyar kir ku jibo rehîne sax vegerin malên xwe divê agirbest çêbe.

Li gor ragihandina çekdaran, rehîne yan wê wek termên mirîyan yan jî bi peymaneke pevguherînê vegerin.

Hamasê 7’ê Cotmehê êrîş biribûn ser başûrê Îsraîlê ku karbidestên Îsraîlê didin zanîn ku di wan êrîşan de 1200 kes hatine kuştin û bi qasî 250 kes jî dîl hatine girtin.

Karbidestên Îsraîlî dibêjin ku li Gaza hîn jî 129 dîl hene.

Rêvebirên li Gaza didin zanîn ku ji 7’ê Cotmehê vir ve di êrîşên Îsraîlê de pirtir ji 35,000 Filîstînî hatine kuştin.

Bombebarana Îsraîlê kir ku piranîya 2,3 mîlyon kesên li Gaza ji warên xwe bar bikin û li herêmê krîzeke kûr ya mirovahîyê çêbû.

Meha Mijdarê her du alîyan navbereke mirovahî ragihand ku wê demê li hember 240 Filîstînîyan 110 rehîneyên Îsraîlî û bîyan hatin berdan.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG