Hikûmeta Îsraîlê serê vê mehê da zanîn ku leşkerên wê di operasyonan de nêzî 14 hezar terorîst û 16,000 sîvîl hatine kuştin.
Wezareta Saxlemî ya Gaza ya bin kontrola Hamasê jî radigihîne ku 35 hezar kes hatine kuştin û ji wan nasnameyên bi qasî 25,000 kesan hatine dîyar kirin.
Wezaret gava hejmaran radigihîne çekdar û sîvîlan ji hev cihê nake, lê dîyar dike ku piranîya kuştîyan jin û zarok in.
Îsraîl medyayên ku hejmarên wê wezaretê radigihîne bi tundî rexne dike û dîyar dike ku hejmarên ew dide hîn rast in.
Berdevikê Wezareta Derve ya Îsraîlê Oren Marmorstein hefteya borî gotibû ku wan jimareke caran dîyar kiriye ku Hamas bi hejmara kuştîyên li Gaza dilîze û sazîyên Neteweyên Yekbûyî (NY) jî wan hejmarên şaş radigihînin.
Marmorstein dîyar kiribû ku hejmarên Hamasê şaş in û rastîyê nîşan nadin.
Berdevikê Wezareta Saxlemî ya Cîhanî (WHO) Christian Lindmeier hefteya borî li Cenevrê li ser pirseke derbarê hejmara kuştîyan got ku di agahîyan di ti şaşî tuneye û dîyarkirina nasnameyên 25 hezar kesan pêşveçûneke girîng e.
Hêjayî bîrxistinê ye ku Hamasê di 7’ê Cotmehê de êrîş biribû ser başûrê Îsraîlê ku karbidestên Îsraîlê dibêjin 1200 kes hatibûn kuştin û dora 250 kes jî dîl hatibûn girtin.
Jiber operasyonên berdewam yên Îsraîlê û bombebarann wê yên tund bû sedem ku piranîya 2,3 mîlyon kesên li Gaza dijîn, ji cîh û warên xwe birevin û herin cîhên ewletir.
Sazîyên mirovahîyê hişyarî didin civata navnetewî ku li herêmê krîzeke kûr ya mirovahîyê didome.
Jêder: VOA