Artêşa Îsraîlê îro Înê ragihand ku hêzên wê roja Înê fermandarekî xwecîhî yê Hamasê li bajarê Cenînê kuşt.
Artêşa Îsraîlê got ku hêzên Polîsên Sînor fermandarê Hamasê Wasim Hazim kuşt, ku rêberê Hamasê yê li Cenînê bû û beşdarî êrîşên gulebaran û bombekirinê li ser herêma Filîstînîyan bûbû.
“Du çekdarên din yên Hamasê, ku hewil didan bi otomobîlekê birevin bi dronekê hatin kuştin û di nava otomobîlê de çek, peqemenî û hejmareke mezin dirav hatin dîtin,” artêşa Îsraîlî di daxuyanîya xwe de got.
Hamas kuştina her sê çekdarên xwe piştrast kir û got ku endamên baskê wê yê çekdar Tugayên El-Qassam bûn.
Hêjayî balkişandinê ye ku kiştina Hazim di vê demê de hat ku hêzên Îsraîlî li Kenara Rojava bi beşdarbûna bi sedan leşker û polîsan operasyoneke mezin didomînin ku roja Çarşemê li bajarên Cenîn û Tulkarm yên bakurê Kenara Rojava destpê kiribû.
Jêder: Reuters