Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Dibêje Hêzên Wê bi Sedan Paketên Xwarin Gihandine Bakurê Gaza


Artêşa Îsraîlê îro Sêşemê got ku hêzên wê bi sedan paketên xwarin gihandine deverên dûrdest yên bakurê Gazayê.

Komîteyek ji pisporên ewlekarîya xwarinê ya cîhanî hefteya borî hişyarî dabû ku li hin deverên bakurê Gaza xeterîya xelayê nêzîk bûye, lê Îsraîl ew îdia red kiribû.

Artêşa Îsraîlê da zanîn ku bi sedên paketên xwarinê û bi hezaran lître av rojek berê ji navendên belavkirinê jibo sivîlan li devera Beyt Hanûnê, li alîyê bakurê Gaza hatin gihandin.

“Ji meha Cotmehê vir ve 741 qamyonên alîkarîyê bi rêya derbazeha Erezê derbazî bakurê Gaza bûne û 244 nexweş jî jibo dermankirinê ji deverê hatine derxistin,” artêşa îsraîlê got.

Lê, komên alîkarî yên navnetewî dibêjin ku hewilên heyî têrî bersîvdana rewşê nakin û operasyona leşkerî ya Îsraîlê ya li bakurê Gaza rewş hin xirabtir kirîye.

Jiber ku muhleta 30 rojî ya Washingtonê nêzîk bûye, karbidestên Îsraîlî hewil didin ku hin daxwazên Amerîkî bi lezgînî bi cîh bînin, lê ne dîyar e ku şertên Washingtonê bi cîh hatine yan ne.

Artêşa Îsraîlê îro ragihand ku wê derbazgeha pêncan ji Gaza re vekirîye, ku yek ji daxwazên Washingtonê bû ku dibêje ewê alîkarîya gihandina av, xwarin, pêdivîyên bijîşkî û alavên sitargehê ji navîn û başûrê Gaza re bike.

Hevdem, jêderên saxlemî yên Filîstînî jî dibêjin ku di êrîşên Îsraîlê yên curbicur yên ser Kerta Gazayê şeva borî û îro herî kêm 24 kes hatine kuştin.

Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku 4 leşkerên Îsraîlî li bakurê Gazayê hatin kuştin.

Jêderên Filîstînî dibêjin ku pirtir ji 43 hezar û 500 kes di sala borî de li Gaza hatine kuştin û ew dever bûye wêrane û zêdeyî 2 mîlyon kes derbider bûne.

XS
SM
MD
LG