Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Dijî Belavbûna Korona Karanîna Rûberkan Mecbûrî Dike


Jîyana Îsraîlîyan dema vîrusa korona

Hikûmeta Îsraîlê bi armanca pêşîgirtina belavbûna vîrusa korona, îro Sêşemê biryar derxist ku hemwelatî dema herin derve rûberkên parastinê (maske) bi kar bînin.

Netanyahu hefteya borî bang li Îsraîlîyan kiribû ku wek tedbîreke nû li derve maskeyan bidin ber rûyên xwe.

Zarokên ji 6 salî biçûktir, hemwelatîyên ji mêjî ve astengber û kesên ku li trombîlên xwe û li cîhê karê bi serê xwe ne, wê li dervayê wê biryarê werin hiştin.

Hikûmetê ragihand ku hemwelatî dikarin maskeyan ku li malê hatine çekirin jî bi kar bînin.

Hikûmetê herwiha jibo Cejna Azadbûnê ya Cîhûyan (Passover) jî tedbîrên nû dîyar kir. Ev Cejn, çîroka koçkirina Îsraîlîyên ku ji bin koletîya Misirê hatine rizgar kirin, bibîr tîne.

Malbatên Cîhû bo bîranînê û pîrozbahîyê şîveke bi navê “seder” çê dikin û kom dibin. Cejn roja Çarşemê destpê dike û heta roja Înê didome.

Serokwezîr Benjamin Netanyahu got ku îsal, Şîva Sedar divê bûyerek piçûk be û bi endamên malbatan were sînordar kirin da ku rêjeya belavbûna vîrusê kontrol bikin.

Ji êvara Sêşemê heta serê sibeya roja Înê, dê çûyîn-hatina hat ne mecbûrî ya bajêran were qedexekirin, ku li ser pêşîgirtina civînên mezin ên malbat û hevalan jibo Şîva Sedar bandorek girîng bike.

Di heman demê de, ji 3'ê Çarşemê, çend demjimêran berî ku Şîva Sedar'ê destpê bike, heya Pêncşemê 7'ê êvarê, kirîna xwarinê jî dê were qedexekirin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku li Îsraîlê dûrçûna zêdetirî 100 metreyan ji malan hatibû qedexe kirin, bilî çûyîna firoşgehên xwarinê, dermanxane û kar.

XS
SM
MD
LG