Artêşa Îsraîlê îro Çarşemê got ku 3 leşkerên wê di şerekî dema operasyona li Refahê de, li başûrê Gazayê hatin kuştin.
Artêşê da zanîn ku di êrîşê de herwiha 3 leşkerên din jî bi giranî birîndar bûn, lê ti hûrgilîyên din nedan.
Radyoya Kann ya Îsraîlî ragihand ku ew jiber bombeyeke ku li avahîyeke li Refahê bicîhkirî birîndar bûne.
Hevdem, hêzên Îsraîlî tevî fermana Dadgeha Dadmendî ya Navnetewî (ICJ) ya sekinandina şerê li Rehafê, operasyonên xwe didomînin ku binesazîya Hamasê birûxînin, deverê ji çekdarên wê paqij bikin û dîlên destê Hamsasê azad bikin.
Rêvebirîya Amerîka, ku yek jî hevbendên herî nêzîk ya Îsraîlê ye, roja Sêşemê dubare kir ku divê Îsraîl ji operasyoneke bejahî ya li Rehafê dûr bisekine û got ku ew çaverê nake ku Îsraîl pêngaveke wiha bavêje.