Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Îsraîlê Du Filestînî bi Agirê Tankekê Têne Kuştin


Wezareta tenduristiya Filestînê dibêje du welatiyên Filestînî bi agirê tankeka Îsraîlê li kerta Geza îro Yekşemê hatin kuştin.

Îsraîl dibêje tankê top avêtin piştî ku hêzên wan amîreka teqîner ji kar xist ku li nêzîkî sûra sînorî hatibû çandin.

Îsraîlê di daxuyaniyekê de got:

“Amîra teqîner şeva borî li nêzîkî sînor hatibû çandin bi hewildana ku ziyanê bigihînin hêzên wan û ew ji aliyê hêzên berevaniyê ve hate jikar xistin.”

Hêzên berevaniyê di Twîtekê de got” çi kes birîndar nebû di jikarxistina amîra teqîner de. Wek bersiv, tankên hêzên berevaniyê xaleka leşkerî ya çavdêriyê li başûrê kerta Geza ji xwe re kir armanc.”

Tê zanîn, di xwepêşandan û pevçûnên kerta Geza de ji meha Adarê ve bi kêmanî 118 Filestînî ji aliyê Îsraîlê ve hatine kuştin.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG