Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û rêberê rikeberîyê Benny Gantz ser avakirina hikûmeta rewşa awarte li hev kirin.
Li gor lihevkirinê Netanyahu û Gantz û wezîrê berevanî yê welêt dê kabîneyeke şer ava bikin.
Di kabîneya şer de du karbidest dê wek çavdêr bixebitin.
Bi lihevkirinê, bernivîsên ne ser rewşa şer dê neyên qebûl kirin û dema erkdarkiriên jibo postên payabilind dê werin dirêj kirin.
Danûstandinên Netanyahu û Gantz çend rojan ajotin.
Netanyahu piştî êrîşa Hamasê cara pêşî roja Şemîyê rêberên rikeberîyê Yair Lapid û Benny Gantz vexwendibûn.
Jêder: Reuters