Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl: Êrîşa Dijî Îranê Îhtîmaleke Dûr e


Îsraîl: Êrîşa Dijî Îranê Îhtîmaleke Dûr e

Wezîrê Berevanîyê yê Îsraîlê Ehud Barak dibêje biryara êrîşekê li ser dezgehên navokî yên Îranê gelekî dûr e. Birêz Barak ji Radyoya Artêşa Îsraîlê re got ku heta niha hikûmetê biryareke wiha nedaye ber çavan.

Li alîyê dî, hikûmeta Îranê dibêje programa wê ya navokî bo mebestên aştîyane ye, lê Îsraîl û welatên Rojava bawer dikin, Tehran hewl dide ku çekên navokî saz bike ku reng e bibe gefeke heyî bo dewleta Cihû. Jiber wê, Îsraîlê gelek caran hişyar kirîye eger cezayên navneteweyî dijî Îranê têk biçin, ew dê operasyoneke leşkerî bi serê xwe bike.

Ehud Barak dibêje dibe ku Îranê di salên were de bombeyek atomî bidest bixe. Wî pêşbînî kir ku ev yek di salekê yan sal û nîvekê de pêk were.

Ev axaftinên Birêz Barak berê serdana Generalekî Amerîkî hatin dayîn ku îro Pêncşemê gihişte Tel Aviv.

Tê çaverê kirn Generalê Artêşa Amerîkî Martin Dempsey dê çend hevdîtinan ligel rêberên parastinê yê Artêşa Îsraîlê de pêk bîne. Ehud Barak red dike ku sedema hatina Generalê Amerîkî bo guvaştina ser Îsraîlê ye ku êrîşî Îranê neke. Wezîrê Berevanîyê yê Îsraîlê dibêje rêberên leşkerî artêşa xwe bo hemî senaryoyan amade dike lê ew peyamên sîyasî nadin pêş.

Tevî ku Ehud Barak girîngîya êrîşeke dijî Îranê biçûk dike, berpirs li Tel Aviv dibêjin bijareya leşkerî weke biryara herî dawî dimîne.

Eger hûn bixwazin guhdarîya vê raportê bikin, kerema xwe fayla dengî li destê rastê klîk bikin.

XS
SM
MD
LG