Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Firokên Îsraîlê Bingehên Tevgera Hemasê Dikin Armanc


Firokên şer ên Îsraîlê jimarek bingehên tevgera Hemasê li kerta Gaza kirin armanc, çend demjimêran piştî avêtina sê rokêtan ji aliyê Filestînê bo Îsraîlê.

Leşkeran di daxuyaniyekê de got êrîşên esmanî hin kampên leşkerî û bingeheke deryayî ya Hemasê kirin armanc.

Ti ziyanên mirovî nehatine ragihandin.

Şeva borî, Îsraîlê ragihand ku berevaniya wê ya esmanî ku bi navê Quba Hesinî tê nasîn rê li du rokêtan girt û pişt re got ku rokêta sêyem jî hate xistin.

Ti gurûpên Filestînî berpirsiyariya avêtina rokêtan ranegihand. Artêşa Îsraîlê got Hemas berpirse li dor her êrîşekê ji aliyê Gaza ve.

Serkirdeyên Hemas û Jîhad a Îslamî li Qahîrayê ne ji bo gotûbêjên agirbestekê ku dorpêçkirina abûrî hinekî li Gaza sivik bike.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di kombûna hikûmetê ya heftane de got ewê ti gavan ber bi agirbestê de neavêjin, eger avêtina rokêtan berdewam be.

XS
SM
MD
LG