Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Tûnêla Şeşan a Hizbullah li Libnanê Hildiweşîne


Leşkerên Îsraîlê dibêje wan tûnêla şeşan û ya herî mezin a Hizbullah dît û hilweşand ku çekdarên Hizbullah li Libnanê kolanddibû ji bo derbasbûn nav Îsraîlê.

Peyvdarê leşkerên Îsraîlê Jonathan Conricus îro Yekşemê got ev tûnêl di bin maleke Libnanî de hate dîtin ku derbasî nav kûraniya axa Îsraîlê dibe.

Îsraîlê meha borî dest bi operasyonekê kir ji bo dîtin û hilweşandina toreke tûnêlên Hizbullah li Libnanê, ku hatibûn kolandin da ku çekdar bi riya wan derbasî Îsraîlê bin û êrîşan pêk bînin.

Peyvdarê hêzên berevaniya Îsraîlê General Ronen Manelis got gefa ku wan tûnêlan sepandibû hate jinavbirin.

XS
SM
MD
LG