Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Olmert li Dijî Êrîşa Îranê Derket


Ehud Olmert.

Serokwezîrê berê yê Îsraîlê Ehud Olmert roja Yekşemê li dijî êrîşa Îsraîlê bo ser navendên navokî yên Îranê derket.

Olmert, ku nuha li New York’ê ye, di hevpeyvînekê de ligel televizyona Kenal 10 ya Îsraîlê got ku tu sedem nîne ku Îsraîl behsa hêza leşkerî neke, lê belê nabe Îsraîl êrîşa leşkerî destpê bike.

Ajansa Associated Press radigihîne ku pêş Olmert jî, Yuval Diskin berpirsê berê yê ajansa parastina hundir Şîn Bêt û Meir Dagan berpirsê berê yê ajansa sîxûrî ya Îsraîlê Mossad nerazîbûna xwe dîyar kirin beramberî daxuyanîyên reberên sîyasî yên welatî derbarê êrîşeke leşkerî ya Îsraîlî li dijî navendên navokî yên Îranê.

Olmert li sala 2006’ê heta 2009’ê serokwezîrê Îsraîlê bû û li demê desthilata wî bû dema navendeka navokî ya berguman li Sûrîyê li sala 2007’ê rastî êrîşekê hat.

Îsraîl, Îranê wek gefeke rijd jibo mana xwe dibîne ji ber bernama naovkî ya wî welatî, gefeyên rêberên Îranê li dijî Îsraîlê û alîkarîya Îranê bo komelên çekdarî yên li dijî Îsraîlê.

XS
SM
MD
LG