Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Pevçûnên Hizbullah, Netanyahu Dibêje Îsraîl Amade ye bo Her Sînaryoyekê


Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro Yekşemê got Îrasîl amade ye ji her sînaryoyekê re, piştî pevçûnên li dijî Hizbullah a Libnanî li ser sînor.

Artêşa Îsraîlê got mûşekên dijî tankan ji Libanên bingehek û hin erebeyeke wan kirin armanc û wan jî bersiva êrîşan da.

Ev hefteyeke gurbûna girjiyan di navbera herdu aliyan de metirsiya şerekî nû dide pêş.

Hizbullah a Libnanî ku Îran piştgiriya wê dike, got şervanên wê erebeyeke leşkerî ya Îsraîlê kir armanc û kesên tê de kuştin û birîndar kirin.

Artêşa Îsraîlê got ti ziyan nebûn.

Netanyahu got:

"Em bi çend moşekên dijî tankan hatin êrîşkirin. Me bi 100 topan bersiv da û em rawêjkariyan dikin li dor gavên li pêş me.”

XS
SM
MD
LG