Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serbazên Îsraîlê 9 Xwepêşanderên Filestînî Dikujin


Wezareta tenduristiya kerta Geza ku di bin destê tevgera Hemas de ye, îro Şemiyê ragihand ku 9 Filestînî, di nav de rojnamevanek, hatin kuştin di encama pevçûnan de li gel hêzên Îsraîlê.

Wênegirê ajansa Eyn Medya Yasir Murteda di dema pevçûnan de rastî gulleyekê hat, li gor wezaretê.

Artêşa Îsraîlê red kir ku rewşê şîrove bike û got ew pêdaçûnan dike li dor rûdanê.

Wezaretê her wiha got li gel 9 kesên kuştin, ku yek ji wan 16 salî bû, bi kêmanî 491 kesên din birîndar bûn.

Serbazên Îsraîlê doh Înê gazên rondikrêj û gulleyên lastîk avêtin ji bo vegerandina xelkê ku hewil dan sûra sînorî hilweşînin.

Xwepêşanderan taker li nêzîkî sûrê şewitandin û bû sedema bilindbûna dûmaneka giran.

Leşkerên Îsraîlê got xwepêşanderên Filestîn hin amîrên teqîner avêtin wan û hinan ji wan hewil da sûra sînor derbas kin.

XS
SM
MD
LG