Leşkerê Îsraîlê got ku ew hêzên xwe li Kenara Rojava ya dagirkirî zêde dike rojekê piştî ku çekdarekî Filistînî 7 kes li derdora Orşelîmê kuştin, û êrîşeke din ya teqekirinê li bajêr roja Şemîyê du kes birîndar kirin.
Ev êrîş di dawiya mehekê ji rûbirûbûnan de ku her zêde dibin pêk tên, û piştî êrîşa Israîlî li Kenara Rojava ya ku neh Filistînî kuştin, di nav wan de 7 çekdar hebûn, û teqekirina li ser sînorê di navbera Îsraîl û Xezayê de ku tirsa rijandina xwînê zêde kir.
Kabîneya nû ya serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, ku tê de partiyên netewperest yên tundrew yên ku banga çalakiyên bihêztir li dijî Filistîniyan dikin, biryarbû roja Şemiyê kombonekê bikin.
Êrîşa roja Înê li dervey kenîsekê, kujertirîn êriş bû li bajêr ji sala 2008an ve. Çekdar Khairi Alqam, Filistînî yê 21 salî yê ku rûniştvanê Qudsa Rojhilat bû, li gorî polîsan. Wî êrîş li herêmeke ku Îsraîlê piştî şerê sala 1967an tevlî orşelîmê kirbû pêk anî .
Polîsan got ku wî xwestiye bi otomobîlê bireve lê ji aliyê efseran ve hate gulebarankirin û kuştin. Polîsan got ku 42 gumanbar girtine ku di nav wan de endamên malbata çekdaran jî hene
Roja Şemiyê, polîsan got ku xortekî 13 salî xelkê Rojhilatê Orşelîmê gulehavêtin û du kes birîndar kirin berî ku ew ji hêla rêwiyan ve were gulebarankirin û birîndar bike.
Ew bûyer li derdora Silwan, taxekê Filistînî ye li Qudsa Rojhilat rû da ku li wêrê rûniştvanên Îsraîlî di van çend salên borî de hebûna xwe zêde kirine.
Ev êrîş amaje bi zêdebûna tundûtûjiyan dikin piştî çend mehan ji pevçûnan li Kenara Rojavayî û wê biserdegirtina roja Pêncşemê li bajêrê Cenînê ku bi kêmî ve neh Filistînî hatin kuştin, ku ya herî kujer bû di van salên dawî de.
Leşkeran got, "Piştî nirxandina rewşa Hêzên Parastinê yên Israîlî, biryar hat dayîn ku hêzên wan bi ketîbeyeke din werin xurtkirin.
Çavkanî Reuters