Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ehud Barak: Heta Saleka din, Esed li ser Desthilatê Namîne


Ehud Barak.
Ehud Barak.

Wezîrê Berevanî yê Îsraîlî Ehud Barak pêşbînî dike ku Serokê Sûrî Beşar El Esed li şeş mehan heta salekê, li ser desthilatê namîne.

Di hevpeyvînekê de ligel televizyona CNN, Ehud Barak got ku jiber çarenivîsa rêberên berê yên Rojhilata Navîn, Esed hovtir dibe. Barak got ku “Esed şerê man û nemanê dike.”

Wezîrê Berevanî yê Îsraîlê negot ka Esed dest ji serokatî berdide yan xwepêşander rejîma wî têk dibin.

XS
SM
MD
LG