Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl bi Mûşekan Başûrê Şamê Dike Armanc


Wêne ji arşîvê ye.
Wêne ji arşîvê ye.

Medyaya dewleta Sûrîyê îro Pêncşemê ragihand ku Îsraîlê çend xalên leşkerî yên Sûrî li nêzîkî Şama paytext bi mûşekan kiriye armanc.

Televizyona dewletê li ser zarê karbidestekî leşkerî yê Sûrî got ku Îsraîlê Çarşemê bi şev çend mûşken erd-bo-erdê ji herêma Bilindahîyên Colanê avêt û derdora gundê Zekîye kir armanc. Lê televizyonê got ku ti kesî zîyan ji êrîşê nedît.

Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirov, ku bingeha wê li Brîtanyayê ye, dîyar kir ku êrîşa Îsraîlê avahîyek kir armanc ku tê de civîneke karbidestên leşkerî yên nenas dihat kirin.

Berî hefteyekê jî di êrîşeke din ya Îsralê de nêzîkî Şamê leşkerekî Sûrî hate kuştin û pên birîndar bûn. Artêşa Îsraîlî wê çaxê got ku wê êrîş biribû ser hinek armancan li Sûrîyê piştî ku mûşekek dijî firokeyan ji Sûrîyê ber bi bakurê Îsraîlê ve hatibû avêtin.

Îsraîlê ti agahîyên fermî derbarê êrîşa Çarşemê bi şev neda.

Îsraîl kêm ser van êrîşên xwe li nav Sûrîyê daxuyanîyan dide, lê berê pênasîn kiriye ku êrîşên wê li wî welatê bi mebesta armanckirina mîlîşyayên ser bi Îranê ve ye, wekî Hizbullaha Libnanî ku li tenişt hêzên Serokê Sûrî Beşar el Esed şer dikin.

XS
SM
MD
LG