Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Gotûbêjan li Ser bi Jenosîdnasandina Kuştina Ermeniyan Dike


Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu.

Parlamentoya Îsraîlê dest bi gotûbêjan dike jibo bi jenosîdnasandina komkujiya Ermeniyan ji layê Turkên Osmanî ve li dema Şerê Cîhanî yê Yekem.

Serokê Parlamentoya Îsraîlî Reuven Rivlin dibêje, gotûbêjkirin li ser bernivîsa biryara bi jenosîdnasandinê tu têkelî bi têkeliyên alozên navbera Îsraîl û Tirkîyê nîne.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li dijî bernivîsa wê biryarê ye û ji parlamentoyê xwest ku gotûbêjan li ser vê pirsê neke.

Eger bernivîsa biryara jenosîdê bê pejirandin, dibe ku têkeliyên navbera Enqere û Tel Avîvê aloztir bibin.

XS
SM
MD
LG