Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Knesset Gotûbêjan li Ser ‘Jenosîda’ Ermenîyan Dike


Knesset.
Knesset.

Parlamentoya Îsraîlê gotûbêjan li ser bi jenosîd nasandina komkujîya Ermenîyan ji layê Tirkên Osmanî ve dike û dibe ku her gaveke li vî cûrî têkelîyên alozên navbera Îsraîl û Tirkîyê xirabtir bike.

Ermenî dibêjin ku Tirkên Osmanî li sala 1915’ê heta 1923’ê nêzîkî yek milyon û 500 hezar Ermenî kuştin û ji hikûmetên cîhanê dixwazin ku wê komkujîyê bi jenosîd nas bikin.

Hejmareka hikûmetên cîhanê, di nav de hikûmeta Îsraîlê, xwe ji vê pirsê dûr dikin da Enqerê tûre nekin.

Wezîrê Jîngeh yê Îsraîlê Gilad Erdan di civîna Knessetê got ku divê Îsraîl komkujîya Eremenîyan wek Jenosîd nas bike. Lê belê serokê Knessetê Reuven Rivlin dibêje ku gotûbêja parlamenotyê, Tirkîyeye îro nake armanc.

XS
SM
MD
LG