Leşkerên Îsraîlê şeva borî 3 Filistînîyên ku hewl didan bi kêr û tifing û bivir derbasî nav niştegehekê bin, li Kenara Rojava ya dagirkirî, kuştin.
Ajansa nûçeyan a fermî ya Filistînî Wafa got ku du kes ji wan 16 salî û bûn û yê sêyem jî 19 salî bû.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku di encama pevçûna bi êrîşkaran re, leşkerek birîndar bû dema ku wan sûra derve ya bajarokê Adora li nêzî bajarê Hebronê yê Filistînî derbas kir.
Tundûtûjiya li Kenara Rojava, ku berî şerê Îsraîl û Hamas a li Gazayê zêde bûbû, bi êrîşên Îsraîlê û pevçûnan re zêdetir bû.
Guftûgoyên aştiyê yên bi armanca avakirina dewleteke serbixwe ya Filistînî li Gaza, Kenara Rojava û Qudsa Rojhilat, di sala 2014'an de têk çûn.
Çavkanî: Reuters