Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Îsraelê Du Êrîşakran Dikuje


Ajansa Reuters ji Orşelîm - Qudsê radigehîne ku, hêzên ewlekariya Îsraelê li Qudsa rojhilat roja Înê kesek bi gullebarankirinê kuştiye piştî wan dîtî bi kêran êrîş dike, herweha kesekî din li Peravên Rojava kuştîye dema wî kesî bi Otombîlê êrîş birî ser neqilyateka wargehên Îsraelî li Peravên Rojava.

Daxuyaniya Leşkirê Îsrailê dibêje kesê êrîşkar li nêzîk xala sinorî ya Bab al- Amoud hatiye kuştin û gotiye ew ji Urdonê hatiye, lê nehat zanîn kanê kesê hatî kuştin nasnameya Urdonî heye yan na.

Ji meha Çirya duyan ya borî heta niha 213 Felstînî di çarçeva êrîşên şîdetkariyê de, li kerta Xezza, Peravên Rojava û Qudsa Rojhilat hatine kuştin.

Di êrîşan de Kesên Felistînî de yên ser armancên Îsraelê di çend mehên kêm de herî kêm 33 Îsraelî û du welatiyên Amerîkî hatine kuştin, di piraniya van çalakiyên şîdetkar de, Felistîniyan kêr û Otombêl bikar anîne.

XS
SM
MD
LG