Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Dibêje ku Wê Piştî Ketina Firoka Rûsî ji li Hindurê Sûrîyê Êrîş Pêk Anîne


Leşkerên Îsraîlê li ser tixubê Sûrîyê

Karbidestekî Îsraîlî îro Duşemê ji Reutersê re got ku hêzên wan piştî gêrkirina firoka sixûrî ya Rûsî ya meha borî, jimareke êrîş li Sûrîyê pêk anîn.

“Hêzên Berevanî yên Îsraîlî (IDF) li hindurê Sûrîyê êrîş pêk anîne û kordînasyona bi Rûsan re, wek berê berdewam dike,” karbidestekî bilind yê Îsraîlî ku nexwest navê wî eşkere be, ji ajansê re got.

Moskowê dabû zanîn ku Îsraîlê firoka Rûsya wek mertal bikar anîye û berevanîya esmanî ya Sûrîyê bi çewtî êrîşî wê kiriye.

Di bûyera 17’ê Îlonê de firoka IL-20 ya Rûsî de ku bi muşeka S-200 hatibû xistin û pirtir ji 10 leşkerên hindurê wê hatibûn kuştin.

.

XS
SM
MD
LG