Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Îsraîlê li Golanê ''Girên Trump'' Ava Dike


Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li Girên Golanê bo warên Cihûyan bingeheke nû danî.

Ew cîhê nû bi ‘’Ramat Trump’’ hat bi nav kirin ku wateya wê ‘’Girên Trump’’ e.

Balyozê Amerîka li Orşelîmêe David Friedman jî beşdarî merasîmê bingehdanînê bû.

Netanyahu di merasîmê de dîyar ku Îranê xwestiye ku li ser Sûrîyê serwerîyê bike û wan bi hebûna xwe ya li sînor rê li ber vê yekê girtiye.

Piştî Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kiribû ku ewê serwerîya Îsraîlê ya li Girên Golanê nas bikin, hikûmeta Îsrailê biryar dabû ku li wir avahîyan çêke.

Trump û Netanyahu di 25’ê Adarê de li Qesira Sipî kom bûbûn û wî di civînê de biryarnameya ser naskirina serwerîya Îsraîlê ya li Golanê îmza kiribû.

XS
SM
MD
LG