Îsraîlê îro Pêncşemê jimareke êrîşên esmanî yên mezin birin ser taxên başûrê Beyrutê, ku di nav de cîhekî nêzî firîngeha navnetewî ya Lubnanê jî hebû.
Artêşa Îsraîlê jibo wê cîhê hişyarîya valakirinê dabû û bê ku agahîyên zêdetir bide, gotibû ku li wir avahîyên Hîzbullahê hene.
Artêşa Îsraîlê herwiha ragihand ku operasyona bejayî li bakurê Gazayê berfireh bûye û gihîştîye beşek ji Beyt Lahîya ku Îsraîl dibêje mîlîtanên Hamasê jinûve li wir kom dibin.
Bi alîyekî din ve, rêberê Hizbullahê Naîm Qasim do Çarşemê di gotara xwe ya jibo çilrojî ya kuştina rêberê berê yê Hizbullahê Hasan Nasrallah li Beyrutê peyîvî.
“Komên çekdar yên Lubnan, tenê piştî ku dijmin destdirêjîya xwe bisekinîne, wê jibo danûstandinên agirbestê vekirî bin,” Qasim got.
Hizbullah di 8’ê Cotmeha 2023’an de bi armanca piştvanîya bi koma çekdar ya Hamasê li Kerta Gazayê dest bi êrîşên ser Îsraîlê kiribû.
Wezareta saxlemî ya Lubnanê radigihîne ku ji destpêka şer vir ve pirtir ji 3 hezar kes li Lubnanê hatine kuştin û nêzî 13 hezar û 600 kes jî birîndar bûne.
Karbidestên saxlemî yên Filîstînî jî dibêjin ku heta niha 43 hezar kes di êrîşên Îsraîlê yên ser Gaza de hatine kuştin, lê zelal nakin ku çend sivîl çend jî çekdar in.
Jêder: AP