Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl: Îran Mezintirîn Metirsî ye li Cîhanê


Şîmon Pêrês
Serokê Îsraîlê dibêje ku Îran mezintirîn metirsî ye jibo aştîyê li cîhanê.

Şîmon Pêrês li bajarê Strasbourg yê Fransî, Serokê Îsraîlê gotarek pêşkeşî parlamentoya Ewropayê kir û got ku rejîma Îranê metirsî ye liser hebûna Îsraîlê.

Di wê gotarê de roja Sêşemê, birêz Pêrês ji endamên parlamentoya Yekîtîya Ewropî xwest ku bi fermî komela çekdarîya Libnanî Hizbullah wek komeleke teroristî binav bikin.

Rêberê Îsraîlê got ku Îran çekdan bi qeçaxî derbasî welatên din dike jibo alozkirina rewşa wan welatan.

Hizbullah hevalbenda serekî ya Îranê ye li Libnanê.
XS
SM
MD
LG