Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Spicer Derbarê Nazîzmê Lêborîn Xwest Û Îsraîl Pêşwaziyê Lê Dike


Sean Spicer Peyvdarê Rojnamevanî yê Qesra Spî
Sean Spicer Peyvdarê Rojnamevanî yê Qesra Spî

Sean Spicer peyvdarê rojnamevanî yê Qesra Spî , roja Çarşemê derbarê hevberkirina êrîşa kîmyayî ya heftiya borî li Sûriyê pêkhatî û kiryarên Hitler li dij cihûyan got "Min şaşî kiriye", pêwîst bû min weha negot baye, ezê qet dubare nekim û karekî weha êdî nekim, weke Spicer dibêje.

Sean Spicer roja Sêşemê di prêss Konferansekê derbarê êrîşa Kîmyayî ya 4î Nîsanê li Xan Şeyxûn li Sûriyê pêkhat bû, got "heta Hitler gaza Kîmayî bikar ne anîye", lê wî jibîr kir ku, Hitler li Almaniya Nazî bi sed hezaran kesên cihû di êtûnan de bi gazê şewitand bûn.

Gotinên Spicer bûbûn sedema dilgiraniya berpirsên hikûmeta Îsra'ilê, piştî daxwaza lêbûrînê wezîrê veguhastin û Moxabiratê Îsrael Katz bi dilxweşî pêşwazî li vê lêbûrina kir û got"madem lêbûrîn hat xwestin mesele bi dawî bû, lê pêwîste rastiyên dîrokî bên serastkirin.

Îsra'il weha dibîne ku di dema şerê cîhanî yê duyan de di serdema desthilatdariya Adolf Hitler de, nêzîkî 6 mîliyon cihû bi destên Naziyan hatine kuştin ib sed hezaran di êtûnan de bi gazê hatine şewitandin.

XS
SM
MD
LG