Îsraîlê ragihand ku firokên wan li Sûrîyê êrîş birine ser navendên leşkerî.
Karbidestên Îsraîlê dîyar dikin ku ew operasyon, bo muşekên ku ji Sûrîyê hatine axa wan, bersîvek e.
Medya Sûrîyê amaje kir ku di êrîşan de 2 kes hatine kuştin, lê medya Îsraîlê dîyar kir ku 7 ji wan Îranê, 11 kes hatine kuştin.
Îsraîlê do Sêşemê dabû zanîn ku 4 muşekên ku ji Sûrîyê hatine firandin ji alîyê sîstema wan ya berevanîyê li esmên hatine peqandin.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu piştî operasyonê got ku ‘’Me bi awayekî zelal eşkere kir; kî me birîndar bike emê wî birîndar bikin.’’
Netanyahu da zanîn ku wan êrîş biriye ser navendên Artêşa Sûrîyê û Hêza Qudsê ya Îranê.