Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve yê Îsraîlê Dê Serdana Bahreynê Bike


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Wezîrê Derve yê Îsraîlê dê roja Pêncşemê here Bahreynê.

Îsraîl û welatên Kendavê par peywendî çêkiribûn ku ew serdana wezîrê derve dê bibe serdana pêşî ya payabilind.

Wezîrê Derve yê Îsraîlê Yair Lapid dê beşdarî vekirina balyozxaneya li Manama bibe û di serdanê de dê peywendîyên dualî werin îmza kirin.

Bahreyn û cîrana wê Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî bo danûstandinên bazirganî û fikarên ser Îranê bi navbeynkarîya Amerîka, bi Îsraîlê re peyman îmza kirine û peywendîyên bi wî welatî re normal kirine.

XS
SM
MD
LG