Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl ji Esad re: Xwe ji Îranê Rizgar Bike


Wezîrê Berevanî yê Îsraîlê Avigdor Lieberman serokê Sûrîyê Beşar Esad hişyar kir ku hêzên Îranî ji Sûrîyê derxîne.

“Mesajeke min ji Esad re heye: Xwe ji Îranîyan, ji Qasim Silêman û ji Hêza Qudsê rizgar bike. Ew alîkarîya te nakin, lê zararê didin te.”

Îranê îro Înê êrîşkarîya Îsraîlê ya ser Sûrîyê şermezar kiribû û ragihandibp ku mafê Sûrîyê heye xwe ji wê êrîşkarîyê biparêze.

Îsraîlê roja Çarşemê ragihandibû ku wê êrîş birine ser hemî binsazîyên Îranê li Sûrîyê, piştî ku hêzên Îranî cara yekê roket avêtibûn nav axa Îsraîlê.

Tehran û hevalbendên wê yên Şîa piştevanîya serokê Sûrî Beşar Esad dikin û Îran ji şoreşa Îslamî ya 1979’an vir ve red dike ku Îsraîlê nas bike.

XS
SM
MD
LG