Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Dê 1 Mîlyon Vaksîn Bide Fîlîstînîyan


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Îsraîl dê bi qasî 1 mîlyon vaksînên vîrusa korona bide Rêvebirîya Fîlîstînê.

Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett bi daxuyanîyekê dîyar kir ku ew vaksînên vîrusa korona dê yên kompanîya Pfizer – BioNTechê bin.

Li gor daxuyanîyê, Rêvebirîya Fîlîstînê jî dê vaksînên Pfizerê yên dikin dûreji wê re werin li Îsraîlê vegerîne.

Hêjayî bîrxistinê ye, Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken do Pêncşemê bi hevtayê xwe yê Îsraîlî Yair Lapid re ser pêşdebirina peywendîyên bi Fîlîstînîyan re peyivîbû.

Blinken gotibû ew dixwazin ku peywendîyên Îsraîl û Fîlîstînîyan bi awayekî pratîk pêşve herin.

XS
SM
MD
LG