Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Careke Din Karantîna Giştî Radigihîne


Îsraîlê jiber zêdebûna pêketinên nû yên vîrusa korona careke din karantîna giştî ragihand.

Li gor karantîna sêyan, piranîya hemwelatîyên Îsraîlê dê nikaribin ji 1 kîlometre zêdetir ji malên xwe dûr bikevin.

Di karantînên borî de, temamê dibistanan hatibûn girtin, lê di ya dawî de dê pêşdibistan vekirî bin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu dîyar kir ku bi kempeyan karanîna vaksînan ew hêvî dikin ku rewiş dîsa vegere rojên normal.

Netanyahu da zanîn ku ew dixwazin ku di mehekê de 2,25 mîlyon Îsraîlî, ku 25 ji sedê serjimara Îsraîlê ye, vaksîna korona xwe li din û bi wê hejmarê rekorê bişkînin.

Wî berê kempeyna karanîna vaksîna destpê bike, di 19’ê Berfanbarê de vaksîn li xwe dabû û bûbû Îsraîlî pêşî yê ku vaksîn karanîye.

Îsraîlê bi Pfizer û BioNTechê re ser 8 mîlyon vaksîna vîrusa korona peyman îmza kiriye.

XS
SM
MD
LG