Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl û Lubnanê Peymana Sînorên Deryayî Îmza Kir


Dîmeneke ji dîwarê ser sînorê Îsraîl bi Lubnanê re, 14 Cotmeh,2022.
Dîmeneke ji dîwarê ser sînorê Îsraîl bi Lubnanê re, 14 Cotmeh,2022.

Rêberên Îsraîl û Lubnanê îro Pêncşemê bi navbeynkarîya Amerîka, ser destnîşankirina sînorê deryayî ya her du welatan de peymaneke dîrokî îmza kirin.

Serokê Lubnanê Michel Aoun nameya erêkirina peymanê li Baada îmza kir, serokwezîrê Îsraîlê Yair Lapid jî heman name li Orşelîmê îmza kir.

Merasîma radestkirina nameyan ya bo şandeyan wê piştre li bingeha hêzên Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Naqoura, li ser sînor pêk were.

Serokwezîrê Îsraîlê Yair Lapid di axaftina bo wezîrên hikûmeta xwe de, kabîneya xwe re peyman wek "serkeftineke mezin" bi nav kir û bal kişand ser girîngîya peymanê.

"Ne her roj e ku welatekî dijmin li ber çavê civaka navneteweyî bi peymaneke nivîskî dewleta Îsraîlê nas dike," Lapid got.

Lê, Serokê Lubnanê Michel Aoun bi daxuyanîyeke dîyar kir ku di naveroka peymanê de "ti warên siyasî û bandorên ku berevajîya siyaseta derve ya Lubnanê bikin, tune ye".

Danûstandkarê Lubnanî Elias Bou Saab jî ragihand peyman di navbera Lubnan û Îsraîlê, destpêka "serdemeke nû" ye, her çiqas her du welat bi rengekî teknîkî dîsa jî di nava şer de bimînin jî.

Nûnerê Amerîka Amos Hochstein destnîşan kir ku Washington hêvî dike ku peyman tevî egera guhertinên di rebertîyên her du welatan de bidome.

Amos Hochstein giringîya hilbijartinên nêz yên her du welatan anîş ziman, yên li Îsraîlê ku di 1ê Mijdarê de wê pêk werin û yên li Lubnanê ku di 31ê Cotmehê de bidawîbûna dema posta Aoun wê werin darxistin.

Li gor peymanê wê bo cara yekê di navbera avên Lubnan û Îsraîlê sînoreke were destnîşan kirin û herwiha bo her du welatan mekanîzmayeke were saz kirin ku wê mafê serwerîya qadên gazê ya deryayî li nava sînorê wan pênase bike.

Çavder dibêjin ku digel ku di çarçoveya peymanê sînordar be jî, di navbera dewletên xwedî dîroka şer û dijminatîyê ne de, lihevkirinek girîng nîşan dide, rê li ber lêgerîna enerjîya deryayî vedike û herwiha wê alozîyên vê dawîyê sivik bike.

Ew destnîşan dikin ku bi Peymanê yek bingeheke serekî ya nakokîyên di navbera Îsraîl û koma Hizbullah ya Lubnanî ya ku Îran piştgirî dide ji holê radike û bibe alîkar ku krîza aborî ya Lubnanê sivik be.

XS
SM
MD
LG