Artêşa Îsraîlê ragihand ku êrîş birîye ser ‘’bi dehan’’ navendên ku li Sûrîyê ji alîyê hêzên Îranî vê tên karanîn.
Karbidestên Îsraîlê dîyar kir wan dijî depoyên çekan û navendên îstixbaratê êrîş li dar xistine û firokên ku tevlî operasyonê bûne vegerîne bingehên xwe.
Ajansa fermî yê Sûrîyê, SANA jî dîyar kir bi dehan muşekên ketine esmanê Sûrîyê ji alîyê pergalên berevanîyê ve hatine xistin, lê hin muşek jî gihaştine armancên xwe.
Medyaya Sûrîyê piştrast kir ku muşekên Îsraîlê li bingehên leşkerî û depoyên çekan ketine.
Dîmenên muşekên li ser Şamê bi weşana zindî hatin raber kirin.