Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cîgira Wezîrê Derve yê Îsraîlê Dibêje ku Ew Alîkarîya Kurdên Sûrîyê Dikin


Cîgira Wezîrê Derve yê Îsraîlê Tzipi Hotovely dîyar kir ku ew alîkarîya Kurdên Sûrîyê dikin.

Hotovely li Parlamana Îsraîlê da zanîn ku Kurdên Sûrîyê ji wan alîkarî xwestine û wan bi awayekî erênî ew daxwaz bersîvandiye.

‘’Ji Îsraîlê pir caran alîkarîya mirovî û dîplomatîk xwestin. Em kêşeyên Kurdan yên giran fehm dikin û em bi rêkên cuda alîkarîya wan dikin,’’ Hotovely got.

Wê dîyar kir ku parastina Kurdên Sûrîyê ji berjewendîya Îsraîlê re baş e. Wê bal kişand ku ger ew têk herin dê li herêmê Îran û alîgirên wê xurt bibin.

Kurdên Sûrîyê ser gotinên Hotovely hîn ti daxuyanî nedane.

XS
SM
MD
LG