Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl li Sûrîyê Êrîşên Dijî Armancên Girêdayê Îranê Zêdetir û Kujertir Dike


Dimeneke medya Dewleta Sûrrîyê SANA ku êrîşek Îsraîlêya li Şamê ragihandibû (Arşîv)
Dimeneke medya Dewleta Sûrrîyê SANA ku êrîşek Îsraîlêya li Şamê ragihandibû (Arşîv)

Ajansa nûçeyan ya Reuters îro Duşemê ragihand ku Îsraîlê pêleke bêmînak ya êrîşên kujer li Sûrîyê daye destpê kirin û kemyonên barhilgir, binesazî û kesên ku peydakirina çekên Îranê û komên girêdayî wê de cîh digirin, dikin armanc.

Reuters ev agahî ser zarê şeş jêderan ragihand ku di nav wan de karbidestekî îstixbarata leşkerî ya Sûrîyê û fermandarekî hevpeymanîya herêmî ku Şam piştgirîyê dike jî hene.

Li gor jêderan, piştî êrîşa 7’ê Cotmehê ya çekdarên Hamasê û piştî destpêkirina êrîşên Îsraîlê li Gaza û Libnanê, Îsraîlê stratejîya xwe ya hember Sûrîyê guhertîye.

Jêderan got ku Îsraîl bi salan e ku tevî herêmên rêxistina çekdar ya Hizbullah ya Lubnanî çalak e, êrîşî armancên girêdayê Îranê li Sûrîyê dikin.

Lê ew bal dikşînin ku Îsraîlê niha êrîşên esmanî zêdetir kirine ku veguhestina çekan û sîstemên berevanîya esmanî yên Îranê li Sûrîyê dikin armanc.

Jêderan herwiha da zanîn ku Îsraîl dev ji "rêgezên lîstikê" yên nefermî berdaye ku berê di êrîşên xwe li Sûrîyê de dişopand û xuya bû ku ser dayîna ziyanên giran li Hizbullahê "êdî bi baldarî "tevnegare.

Nexşeya Sûrîyê
Nexşeya Sûrîyê

Fermandar ragihand ku berîya 7’ê Cotmehê, hêzên Îsraîlî pêşî guleyên hişyariyê diavêtin, li nêzî kemyonên veguhestina çekan yên Hizbullahê dixistin ku ajovan derkevin û wan piştre tenê kemyon dikirin armanc.

"Niha ew bi dawî bû. Ew her kesî rasterast jibo kuştinê bombebaran dikin," wî got.

Li gor jêderên ku ji êrîşan haydar in, Îsraîl heta niha di êrîşên xwe de, ger pêkan ba ji kuştina endamên Hizbullahê dûr disekinî yan bi baldarî tevdigerîya.

Karbidestekî îstixbarata herêmî got ku Îsraîl heya niha ditirsîya ku kuştinên zêde, bibe sedema tolhildana Hizbullaha Lubnanê ya dijî gundên Îsraîlê yên li ser sînorê wî welatî.

Lê, bi pevguhertina rojane ya agir niha piştî êrîşa 7ê Cotmehê, Îsraîl dixwaze ku "di kuştina Hizbulaha Lubnanî li Sûrîyê de kêmtir baldar be û bêkontrol tevgire", wî got.

Rêberê Hizbullahê Hesen Nasrallah di 5’ê Berfanbarê de ragihandibû ku di êrîşên Îsraîlê yên di sê mehên dawî li Sûrîyê de, jimareke çekdarên komê hatine kuştin.

Li gor pêzanînên Reutersê, di êrîşên esmanî yên Îsraîlê de, di sê mehên dawî de li Sûrîyê 19 endamên Hîzbullahê hatine kuştin ku du qat zêdetirê di mehên din di 2023’an e. Herwiha di heman heyamê de zêdetirî 130 çekdarên Hizbullahê jî di encama bomberan Îsraîlê ya ser başûrê Lubnanê de hatine kuştin.

Karbidestê îstixbarata Sûrîyê got ku Îsraîl li binesazîyê,alavên berevanîyê dixin, tewra berîya ew werin saz kirin.

Firokxaneyên li paytext Şamê û Helebê, ku Îran bo veguhestina çekan bikar dianîn, bi awayekî berdewam jiber êrîşan nikarin werin xebitandin.

Jêderê îstixbarata herêmê got: "Îsraîl ji (Serokê Sûrî Beşar) Esad re dibêje: tu rê didî Îranîyan û Hîzbullahê ku çekan veguhêzinîn û xwe xurt bikin.Loma emê xeta jiyana we têk bidin û hûnê xwe rewşeke dijwar de bibînin."

Du ji jêderan gotin ku gefên tolhildanê ji alîyê Îsraîlê ve bi navbenkarîya Îmaratê hatiye dayîne Esad û Hîzbullahê. Karbidestekî Îmaratê got ku îdiayên bi vî rengî "bêbingeh û ne rast in."

Wezareta ragihandinê ya Sûrîyê bersîva Reutersê ya ser şîrovekirina îdiayan nedaye.

Lê li gor ragihandina jêderekî sêyê peyama Îsraîlê di nava Hizbullahê de deng vedaye.

"Hizbullah ew gef cidî girt jiber ku ewê bibe têkbirina her tiştên ku di salên dawî de li Sûrîyê wan ava kirine, ," wî got.

Artêşa Îsraîlê heta niha bersîv nedaye pirsên Reutersê yên ser êrîşên esmanî yên Îsraîlê ku tund û zêde bûne.

Karbidestekî paybilind yê Îsraîlî, ku nexwest navê xwe eşkere bike, got ku Hizbullah bi êrîşên 8’ê Cotmehê ve dest bi vê pêla şer kir û loma stratejîya Îsraîlî jî ya tolhildanê ye.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG