Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Firîngeha Nû ya Stenbolê Cîhê Zimanê Kurdî Tuneye


Firîngeha nû ya Stenbolê di sala 2019’an de ji alîyê serokomarê Tirkîye Recep Tayyîp Erdogan ve hatibû vekirin.

Berî niha di xizmeta tendirustîyê de tunebûna zimanê Kurdî hatibû rojevê, lê ti gav ji alîyê Wezareta Tendirustî ya Tirkîyê ve nehatîbû avêtin.

Niha jî li heman firokexanê xizmeteke nû ya 36 ziman û 80 zaravayan jibo rêwîyên bîyanî tê dayîn û lê Kurdî dîsa tê de cîh nagire.

Parlamantera Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) ya Sêrtê parêzer Meral Daniş Beştaş ev mijar anî rojeva parlamana Tirkîyê û xwest ku sedema tunebûna Kurdî were eşkere kirin.

“Li firokan û makîneyên din yên girseyî, bilî Tirkî zimanên din yên wekî Erebî, Îngîlîzî û hwd. hene, lê Kurdî tune ye û bi wî zimanî ti xizmet nayê dayîn.”

Beştaş ji Dengê Amerîka re got ku hebûn, ziman û nasnameya Kurdan ne pirsgirêke îro, lê kêşeya sed salî ye.

“Di dîroka Komara Tirkîyê de li ser zimanê Kurdî, çand û hebûna Kurdan zilm û zordarîyên mezin pêk hatiye. Îro jî zimanê 20 mîlyon Kurdan nayê qebûl kirin. Sedema nenasîna Kurdan jî sîyasî ye. Asîmîlasyona li ser zimanê Kurdî jî bênavber didome. Carna li gorî rojevê hin gotin têne kirin, lê gavên bingehîn nayên avêtin.”

Parlamantera Kurd da zanîn ku ewê vê pêvajoyê ji nêzve bişopînin û gavên sîyasî û hiqûqî jî bavêjin.

MEB_14_01_2019_Firîngeha_Stenbolê_Kurdî
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:03 0:00


XS
SM
MD
LG