Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Stenbolê 2 Êrîşvanên Jin di Pevçûneke de Hatin Kuştin


Di wêneya arşîvê de polîsên Tirk li Stenbolê

Ajansa AFP ragihand ku polîsên Tirk îro Pêncşemê 2 êrîşvanan jin kuştin ku bi narîncok avêtin ser polîsxaneyeke li Stenbolê û gule barandin ser wê avahîyê, berî ku birevin avahîyekê nêzîkî cîhê bûyerê.

Ajansê ragihand ku 2 jinên ku nasnama û rêxistina wan hin eşkere nebû, di avahîya ku xwe veşartibûn de, hatin kuştin.

Hêjayî balkişandinê ye, Tirkîye di çend mehên borî de, jiber jimareke êrîşan di asta hişyarîyê de ye.

Di êrîşa bombeyî de li hember konvoyeke leşkerî, 29 kes li Enqerê hatibûn kuştin û rêxistineke bi navê Teyrêbazên Azadîya Kurdistanê ew êrîş rakiribû ser xwe.

XS
SM
MD
LG